Serokê Yekîtîya Alimên Fîlîstînê Dr. Newaf Tekrûrî, di çarçoveya Hefteya Quds a Cîhanê de bang li Misilmanan kir ku bila hilberînên sîyonîstan boyqot bikin.
Serokê Yekîtîya Alimên Fîlîstînê Dr. Newaf Tekrûrî, ji ber “Hefteya Quds a Cîhanê” ya ku di sala 2021an de hatibû îlankirin û her sal di Îna dawîn a meha Recebê de dest pê dike ji ÎLKHAyê re daxuyanîyan da.
Tekrûrî destnîşan kir îsal hefteya Quds a Cîhanê di bin sîya êrîşên rejîma îşxalê de derbas dibe.
Tekrûrî, di daxuyanîya xwe de îfade kir bila xelkên Tirkîyeyê û hemû ummeta Îslamê çalakî û bernameyan li dar bixin.
Tekrûrî, bal kişand ku rejîma îşxalker tu exlaq û hiqûqa herbê, aştîyê û nirxan nizane, mînaka herî dawîn a vê meseleyê jî li Cenînê hat nîşandan ku hêzên îşxalê di bin cil û bergên doxtoran ketin nav nexweşxaneyê û 3 ciwanan înfaz kirin.
Tekrûrî bal kişand divê Hefteya Quds a Cîhanê ji bo ummetê bibe hefteya çalakîyan, şiara me ya vê salê jî boyqotkirina hilberînên sîyonîstan e.
Tekrûrî di axavtina xwe de weha got, “Em sîyonîstan û hemû alîkarên wan û sazîyan boyqot dikin. divê em malên Emrîqa û Fransayê jî boyqot bikin. Divê yên ku destekê didin hebûna sîyonîstan an jî ji heqaretên ku li Resûlê Xwedê têne kirin tetbîq dikin re boyqotê bikin. Hetta malên Tirk û Ereb yên ku destekê didin hebûna sîyonîstan jî divê em boyqot bikin.”
Tekrûrî bibîrxist ku ji derbasbûna alîkarîyan a ji Derîyê Sînora Refaha Misirê re îzîn nayê dayîn, di vê dewra ku tê gotin hinek welatên Ereban ji rejîma îşxalker re keştîyan dişînin de girtîbûna Derîyê Sînora Refahê nayê qebûlkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Hartuma paytexta Sûdanê ji ber şert û mercên ewlehiyê yên heyî bi şev qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Rêxistina Parastina Sivîl a Filistînê ji Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî xwest ku zextê li rejîma dagirker bike da ku destwerdanên mirovahî li herêmên ku êrîş lê hatine kirin, bike.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Koçberana Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku ji ber êrîşên li ser bajarê Refahê li başûrê Xezzeyê nêzî 450 hezar kes bi darê zorê koçber bûne.
DAÎŞ, li wîlayeta Selaheddînê êrîşî artêşa Iraqê kir, di encama êrîşê de 4 leşker canê xwe ji dest dan, 8 leşker jî birîndar bûn.